Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî tekez li ser bêhnfirehî, tebayî, yekrêziya hêz û aliyên sîyasî yên Kurdan kir û amaje da ku, nabe mafên gelê Kurd bên binpêkirin. Di eynî demê de jî Fermandarê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk û Serokê ENKSê spasiya Serok Barzanî kir, ji ber rola wî di parastina doza rewa ya gelê Kurdistanê de.

Serok Mesûd Barzanî doh (Çarşem, 19ê Mijdara 2025ê) li bajarê Dihokê li kêleka Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) pêşwaziya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Baregayê Barzanî di ragihandinekê de amaje daye: “Di wê civînê de, ku serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl, siyasetmedarê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Osman Baydemîr û çend kesatî û berpirsên din ên Rojavayê Kurdistanê jî tê de amade bûbûn, Serok Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ku herdu alî bi hev re li bajarê Dihokê tevlî Korbenda MEPS 2025ê bûn.”
Li gorî wê ragihandinê, herdu aliyan spasiya Serok Barzanî kir, ji ber rola wî di parastina doza rewa ya gelê Kurdistanê de, û di dû re herdu aliyan li ser rewşa Sûrîyeyê û deverê dîtin û nêrînên xwe li hev guhertin.
Serok Barzanî amaje da: “Divê pirsa Kurdan di çarçoveya Sûriyeya nû de bi awayekê demokratîk û aştîyane bê çareserkirin û xeletiyên wê neyên dubarekirin.”
Serok Barzanî herwesa tekez li ser bêhnfirehî, tebayî, yekrêziya hêz û aliyên sîyasî yên Kurdan kir û amaje da ku, nabe mafên gelê Kurd bên binpêkirin.
Di pareka din a wê civînê de, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku ew vexwend Korbenda MEPS 2025ê, herwesa behsa rola Serok Barzanî ji bo nêzîkbûn û bidestxistina yekrêziyê di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de jî kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştgiriya Herêma Kurdistanê bilind nirxand, ku di çend salên borî de deriyê wê ji bo hewandina gelê Rojavayê Kurdistanê vekirî bû, herwesa piştgiriya Herêma Kurdistanê di têkbirina terorê de jî bilind nirxand.
Xeteriya dîsa serhildana DAIŞê û piştgiriya pêvajoya çareseriya aştiyê li Tirkiyeyê jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:22:25






































































































































































