Serok Barzanî û Qasim Arecî rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li navçeyê gufûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî kir. Di hevdîtinê de, rewşa siyasî û ewlehiyê ya herêmê û çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin nirxandin.

10 Tîrmeh 2025 - 12:21
10 Tîrmeh 2025 - 12:21
 0
Serok Barzanî û Qasim Arecî rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li navçeyê gufûgo dikin

Serok Mesûd Barzanî duh 9ê Tîrmehê pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî û şanda pê re kir.

Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Barageha Barzanî ve hatiye belavkirin, di hevdîtinê de guftûgo derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên ewlehiyê yên li herêmê û Iraqê hate kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, herdu aliyan bi berfirehî nêrînên xwe derbarê têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û herwiha li ser çawaniya çareserkirina kêşe û pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de anîn ziman.

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:12:54