PKKyê piştî peyama Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nû da
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ya baskê siyasî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piştî peyama vîdeoyî ya Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê cih û dema danîna çekan ragihand.

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku merasîma çekdanîna gerîlayan dê 11ê Tîrmehê were lidarxistin û diyar kir ku ji bo beşdariyê pêwîstî bi tomarkirina navan a pêşwext nîne, tenê karta rojnamegeriyê û nasname bes in.
Ofîsa Ragihandinê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) derbarê merasîma çekdanîna gerîlayan ku piştî banga Abdullah Ocalan tê lidarxistin, daxuyaniyek belav kir.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyê de got:
“Merasîma çekdanîna gerîlayan dê 11ê Tîrmehê di navbera saet 08:00-09:00an de were lidarxistin.
Cihê merasîmê nayê eşkerekirin lê otobus hatine amadekirin û dê hemû beşdaran bigihînin cihekî nêzîkî cihê merasîmê.
Ji bo vê yekê divê beşdar li Otela Aşûrê ya li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê amade bin.
Pêwîstî bi tomarkirina navan a pêşwext nîne lê divê karta rojnamegeriyê û nasnameyên wan ên taybet bi wan re bin da ku xwe bidin nasandin.
Merasîma gerîlayan dê li ser ekraneke mezin were nîşandan.
Her wiha beşdar dikarin dîmen û dengên xam ên merasîmê bi dest bixin.
Li cihê merasîmê dê elektrîk hebe.
Ji ber sedemên ewlehiyê, kes nikare daxuyanî û nêrînan ji endamên koma gerîlayan wergire lê axaftina bi çavdêran re asayî ye.”
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve cara yekem e bi peyameke vîdeoyî îro derket pêşberî raya giştî.
Nûvekirina herî dawî: 19:35:05