Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Tirkiyê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şeva borî 01.03.2024an bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re civiya.

2 Adar 2024 - 03:39
2 Adar 2024 - 03:39
 0
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serokomarê Tirkiyê civiya

Li gorî daxuyaniye Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de di derbarê pêşxistina peywendiyan û alîkariya hevbeşa Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî li warê bazirganî û aboriyê de, her wiha di derbarê rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin.

Her du aliyan behsa eger û karvedanên rewşa aloz ya navçeyê û pêşhatên şerê li Xezeyê kirin, her wiha tekez li ser girîngiya hewl û alîkariya hemû aliyan ya ji bo çareserkirina aştiyane ya kêşeyan bi guftûgo û derfet û rêyên dîplomasiyan kirin.

Metirsiyên terorê û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Ev nûçe bi tevahî 525 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 23:03:50