Serok Mesûd Barzanî li ser şewata Soranê daxuyaniyek belav kir

Serok Mesûd Barzanî ji malbatên kesên ku di şewata li Soranê de canê xwe ji dest dabû sersaxî xwest.

9 Berfanbar 2023 - 05:26
9 Berfanbar 2023 - 05:26
 0
Serok Mesûd Barzanî li ser şewata Soranê daxuyaniyek belav kir

Li taxa Cundiyaniyê ya Soranê ya Hewlêrê, doh êvarê agir bi şevîmanekê ku xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Soranê lê diman ket û 14 kesan canê xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Serok Barzanî li ser karesata şewatê daxuyaniyek belav kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi bihîstina nûçeya şewata avahiyeke niştecîbûnê ya li bajarê Soranê gelekî xemgîn bûm ku mixabin di wê bûyerê de hijmarek ji welatiyên sivîl mirin û yên din jî birîndar bûn.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên vê karesatê re dixwazim û xema wan parve dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi bihûştê şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya lezgîn bide birîndaran.”

Ev nûçe bi tevahî 931 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:03:19