Serok Mesûd Barzanî: Enfal di dilê xelkê Kurdistanê de birîneke kûr e

Serok Mesûd Barzanî di salvegera 38an a karesata Enfalê de peyamek belav kir.

14 Avrêl 2026 - 12:03
14 Avrêl 2026 - 12:03
 0
Serok Mesûd Barzanî: Enfal di dilê xelkê Kurdistanê de birîneke kûr e

Serok Mesûd diyar dike ku Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de û yek ji mezintirîn tawanên sîstematîk e ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Îraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Serok Barzanî destnîşan dike ku di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin şehîdkirin û windakirin.

Serok Mesûd Barzanî her wiha kîmyabaran, tahrîb, derxistina bi zorê, guhertina demografîk û wêrankirina gundan wekî beşek ji hewldana ji bo têkdana bingehên jiyanê li Kurdistanê bi nav kir.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wisa ye:

Enfal birîneke kûr e di dilê hemû xelkê Kurdistanê de. Ew yek ji mezintirîn tawanan e ku ji aliyê desthilatdarên berê yên Îraqê ve bi şêweyekî sîstematîk û armancdar li dijî gelê Kurdistanê hat pêkanîn.

Di encama wê kiryara nemirovî de, 182 hezar welatiyên Kurd bêyî ku ti tawanan bikin û tenê ji ber Kurdbûna xwe hatin windakirin û şehîdkirin.

Her wiha kîmyabaran, guhertina demografiyê, derxistina bi zorê, wêrankirin bi hezaran gundan û hewldana ji bo têkdana hemû bingehên jiyanê li Kurdistanê, beşeke din a wan tawanan bû ku hikûmeta berê ya Îraqê li dijî gelê Kurdistanê encam dabû.

Enfal zilmeke gelekî mezin bû, di heman demê de ji bo nifşên niha û paşerojê  waneyeke girîng e ku nabe di bin tu şert û mercan de were piştguhkirin.

Pêwîst e, di asta navneteweyî de ev tawan wekî jenosîd were naskirin û di asta Îraqê de jî ew bawerî hebe ku ev tawan li beramberî gelê Kurdistanê ti carî ducare nabin.

Her wiha erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku qerebûya Enfalê û wê jenosîda ku li dijî miletê me hatiye kirin, bike.

Di salvegera 38an a karesata Enfalê de, em bi hezaran silavan ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê dişînin û em hevparê xem û êşa malbat û xizmên serbilind ên Enfalkiriyan in.”

 

Ev nûçe bi tevahî 39 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:26:43