Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em biryara parlemena Iraqê bi tundî red dikin

Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi tundî red dike.

15 Îlon 2017 - 04:34
15 Îlon 2017 - 04:34
 0
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em biryara parlemena Iraqê bi tundî red dikin

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Omêd Sebah di daxuyaniyekê de ragihand, bi vê gava parlemantoya Iraqê, careke din hevparî şikand, destûr binpê kir û binemaya tewafiqê nehêşt. Herwiha vegerî ji perensîpa piranî û kêmanî re.

Her wiha daxuyaniyê de tê gotin; "Serokatiya Herêma Kurdistanê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê bi tundî red dike.

bi vê gava parlemantoya Iraqê, careke din hevparî şikand, destûr binpê kir û binemaya tewafiq nehêşt. Herwiha vegerî ji perensîpa piranî û kêmanî re.

Gelê Kurdistanê bi giştî û camewerê parêzgeha Kerkûkê bi ti awayî pabendî vê biryara parlemantoya Iraqê nabe. Birêz Necmedîn Kerîm ne ji parlemantoya Iraqê bawerî pê hatiye dayîn, ta jê werbigire. Parêzgarê Kerkûk bi hilbijartin û bawerî ji Encûmena Parêzgeha Kerkûkê wergirtiye û xelkê Kerkûkê xwedî vê biryarê ne, ne parlemantoya Iraqê."

Ev nûçe bi tevahî 1475 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:14:22