Serokê Filistînê û Serokwezîrê Îsraîlê serdana Tirkiyê dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Serokê Filistînê Mehmud Ebbas bi armanca gotûbêja li ser mijarên navdewletî û navçeyê serdana Tirkiyê dikin.

21 Tîrmeh 2023 - 05:57
21 Tîrmeh 2023 - 05:57
 0
Serokê Filistînê û Serokwezîrê Îsraîlê serdana Tirkiyê dikin

Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku Serokê Filistînê Mehmud Ebbas roja Sêşemê 25ê Tîrmehê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî roja Înê 28ê Tîrmehê serdana Tirkiyê dikin.

Li gor daxuyaniyê di heman hefteyê de serokên Îsraîl û Filistînê di rojên cuda de tên Enqerê û ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinê dikin.

Herwiha hat ragihandin ku dê ligel her du serokan jî mijarên navdewletî û navçeyê bên gotûbêjkirin û derbarê peywendiyên Tirkiye-Îsraîl û Tirkiye-Filistînê de danûstandin bên kirin.

Ev nûçe bi tevahî 865 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:25:04