Serokê Giştî yê PÎA Ehmet Kaya û 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî Ahmet Kaya, tevî pênc siyasetmedarên kurd, bi tometa endamtiya KCKê, bi biryara dadgehê hatin girtin.

12 Hezîran 2024 - 13:37
12 Hezîran 2024 - 13:37
 0
Serokê Giştî yê PÎA Ehmet Kaya û 5 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Hevşaredarê berê yê şaredariya Erxeniyê û Serokê Giştiyê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya, roja 8’ê Hezîranê tevî hevşaredarê berê yê Erxeniyê Ramazan Kartalmiş û çar cîgirên serokên şaredariya Erxeniyê hatibûn binçavkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê duh piştî ku îfadeya wan wergirtibûn, her 6 siyasetmedarên Kurd şandibûn Dadgeha Diyarbekirê.

Her şeş siyasetmedar, bi tometa ku navbera salên 2014-2019 beşdarî çalakiyên neyasayî bûne, bi tometa endamtiya rêxistina terorê hatin zîndankirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 760 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:52:11