Serokê HAK-PARê Latîf Epozdemir qelibîna wesayîtê birîndar bû
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemîr li bajarê Bîlecîkê ya Tirkiyê bi qelibîna otomobîlekê birîndar bû.

Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan ji bo beşdarbûna kongreya bajêr li Bîlecîkê bû.
Latîf Epozdemîr dema ku xwe amade dikir li otoparkê otomobîla xwe siwar bibe, otomobîleke tîcarî bi surat lê qelibiye û ew birîndar kiriye, rêveberên partiyê ku li gel wî bûne ew birine nexweşxaneyê.
Hat diyarkirin ku milê Serokê Partiya Maf û Azadiyan şikestiye û li nexweşxaneyê dermankirina seretayî li wî hatiye kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Latîf Epozdemîr îro danê sibehê hat birin bo Stenbolê.
Cîgirê Serokê Giştî, Berpirsê Peywendiyên Derve û Nûnerê Herêma Kurdistanê Zana Sezen derbarê mijarê de ji Rûdaw'ê re got , “Serokê Giştî yê partiya me Latîf Epozdemir ji ber şikestina mil li Stenbolê di ameliyatê de ye.
Nûvekirina herî dawî: 15:55:33