Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekê gihîşt Bexdayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Îro 6ê Nîsana 2024an bi serdanekê gihîşt Bexdayê.

6 Avrêl 2024 - 13:29
6 Avrêl 2024 - 13:29
 0
Serokê Herêma Kurdistanê bi serdanekê gihîşt Bexdayê

Di çarçoveya serdana xwe da, Serokê Herêma Kurdistanê dê bi Serokomar Dr. Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sudanî re bicive, herwiha dê beşdarî civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê û Çarçoveya Hevahengiyê bibe.

Di dîdar û civînên xwe yên bi serkirde û berpirsên bilind yên Iraqê re Serok Nêçîrvan Barzanî derbarê çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêjan bike.

 

Ev nûçe bi tevahî 520 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:32:23