Serokê Hevpeymaniya Azimê serkeftina hilbijartinan li Serok Barzanî pîroz dike
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Azim Musanna Samerayî kir.

Baregeha Barzanî belav kir, di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.
Her di vê hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser lidarxistina hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Azim jî bi boneya serkeftina proseya hilbijartinan, pîrozbayî li Serok Barzanî kir.
Nûvekirina herî dawî: 21:55:40