Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir

Duh 19.07.2024ê bi şev Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowa Dureyd Keşmûle peyamekî serxweşiyê belav kir.

20 Tîrmeh 2024 - 14:10
20 Tîrmeh 2024 - 14:17
 0
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir

Di peyama xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Ji ber koça dawî ya parêzgarê berê yê Nînowa xwedê jê razî Dureyd Keşmûle serxweşiyê li malbata wî ya birêz dikim û şirîkê xema wan im. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û sebr û aramiyê bide kesûkar û merivên û malbata wî.’’

Ev nûçe bi tevahî 745 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:32:32