Serokomarê Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi serokatiya şandeke hikûmetê gihîşt bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat.

25 Adar 2017 - 04:05
25 Adar 2017 - 04:05
 0
Serokomarê Îranê serdana Rojhilatê Kurdistanê kir

Hesen Rûhanî îro danê sibê gihîşt firokexaneya bajarê Sine û ji aliyê nûnerê Xaminêyî li parêzgeha Sine, parêzgar û komek rayedarên din ên Sine ve hat pêşwazîkirin.

Serdana Rûhanî bo Sine dê rojekê bidome û di heyama wê serdanê dê çend pirojeyên aborî û berhemanînê veke.

Komek wezîr û mezinên dewletê di wê serdanê de bi Rûhanî re ne.

Li gorî amar û îstatîskên ne fermî, rêjeya bêkariyê li Sine %21.6 e û di bêkariyê de li Îranê di rêza sêyemîn de ye.

Ev nûçe bi tevahî 1638 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 15:03:41