Serokwezîr Barzanî Cejna Çileya Havînê bi peyamekî li hemû Êzdiyan pîroz kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî hemwelatiyên Êzidî kir

Bi boneya cejna çileya havînê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî hemwelatiyên Êzidî kir û naveroka peyamê jî waha ye;
Bi boneya cejna çileya Havînê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xwîşk û birayên Êzidî yên Kurdistan û cîhanê dikim û hêvî dikim di rewşeke aram û ewle de cejna xwe derbas bikin.
Bi vê boneya vê rojê careke din dubare dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê karîn û hewlên xwe bo zêdetir xizmet kirina xwîşk û birayên Êzidî û kêm kirina êş û elemên wan bi tevger dike.
Cejna çileya havînê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
Nûvekirina herî dawî: 11:30:58