Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê re civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Hezîrana 2023an pêşwazî li Wezîrê Tendirustiyê yê Şahnişîna Haşimî ya Urdinê Fîras El-Hewarî û şanda pê re kir.

12 Hezîran 2023 - 11:21
12 Hezîran 2023 - 11:21
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê re civiya

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de, Wezîrê Tendirustiyê yê Urdinê silavên Şah Ebdullahê Duyem gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna welatê xwe ji bo her hevkariyên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.

Di vê hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên dîrokî û taybet ên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de kir û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştevaniya berdewam a Urdinê û bi taybetî ya Şah Ebdullah ji Herêma Kurdistanê re dubare kir.

Mijara sereke ya gotûbêjan, pêşxistina pêwendiyên dualî di warê tendirustiyê de û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftî ya Şahnişîna Urdinê di vî warî de bû.

Ev nûçe bi tevahî 540 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:49:18