Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê destên li pişt bûyera Zaxo bên aşkerekirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, wî saziyên pêwendîdar ên hikûmetê erkdar kirine wan destên li pişt tawana kuştina efserê xanenişîn Mihemed Mîrza ne, aşkere bikin ku şeva bihorî li Zaxoyê di bûyera agirpêketina otomobîla xwe de canê xwe ji dest da.

24 Tîrmeh 2023 - 08:13
24 Tîrmeh 2023 - 08:13
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Divê destên li pişt bûyera Zaxo bên aşkerekirin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyameke sersaxiyê de ku ji malbata efserê xanenişîn Mihemed Mîrza Yûnis Sofî re şandiye, dibêje: “Şeva bihorî di bûyereke bi guman de, otomobîla emîdê xanenişîn Mihemed Mîrza Yûnis Sofî li nav bajarê Zaxoyê teqiya û di encamê de ew efserê kedkar ê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê şehîd bû.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Di vî warî de min talîmat da dezgehên pêwendîdar ku li ser vê bûyerê lêkolînek berfireh bikin û destên li pişt vê tawanê eşkere bikin.”

Şeva bihorî 23ê Tîrmeha 2023yan, li ser cadeyekê li nav bajarê Zaxoyê agir bi otomobîlekê ketibû û otomobîl bi tevahî şewitîbû.

Ev nûçe bi tevahî 450 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:05:27