Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser terorkirina Shinzo Abe peyamek belav kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser terorkirina serokwezîrê berê yê Japonya peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser terorkirina serokwezîrê berê yê Japonya, Shinzo Abe peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ku li ser twîtterê hatiye belav kirin, dibêje:
Ez pir xemgîn bûm bi bihîştina nûçeya xemnak ya koça dawî ya serokwezîrê berê yê Japonya Shinzo Abe. Ez şirîkê xema malbata wî û gelê Japonya me di vê dema bi êş de.
Shinzo Abe îro danê sibê li bajarê Nara yê Japonya rastî êrişa çekdarî hat û canê xwe ji dest da.
Nûvekirina herî dawî: 08:24:49