Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, neşandina mafên me yên darayî wek di budceya federal de hatiye, binpêkirina destûr û rêkeftinan e.

8 Îlon 2023 - 02:50
8 Îlon 2023 - 02:50
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Neşandina mafên me yên darayî ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me

Îro Pêncşemê 7ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser medyaya civakî ya Xê (Twittera berê) ragihand, neşandina mafên me yên darayî wek di budceya federal de hatiye, ji aliyê Bexdayê ve, ziyanê digihîne welatiyên me.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye, neşandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, baweriyê kêm dike û binpêkirina destûr û rêkeftinan e.

Ev nûçe bi tevahî 1231 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 00:30:21