Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya li ser dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê dikim, ji ber dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe li Herêma Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Çareseriyeke hevbeş, me bi hev ve girê dide, da ku em rê nedin zordarî li herêma me reh berde.”
Roja înê 21ê Cotmeha 2022yan, Pralamentoya Almanyayê biryar li ser dirêjkirina dema mana hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê da.
Almanyayê ji destpêka serîhildana şerê DAIŞê ve ji aliyê lojîstîk û rahênan û şêwirmendiyê ve alîkariya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye.
Nûvekirina herî dawî: 17:20:01