Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike û daxwaza zû çarebûnê ji bo birîndaran jî dike.

31 Çile 2025 - 07:40
31 Çile 2025 - 07:40
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de, serexweşiyê li hikûmet û gelê Amerîkayê dike.

Di wê peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ji ber wê rûdana dilhejîn a pêkdadana balafir û helîkopterekê li nêzî Waşinton DCyê, ez serexweşiyê li gel û hikûmeta Amerîkayê dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Hizir û ramanên min li cem qurbaniyan û malbatên wan in, herwesa ez hêviya zû çarebûnê ji bo birîndaran jî dikim.”

 

Ev nûçe bi tevahî 904 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:45:02