Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li malbata Kameran Xefaf dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di behînameyekê de radigehîne, “Bi mixabinî ve nûçeyê wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf gehişt min”.

3 Gulan 2024 - 06:54
3 Gulan 2024 - 06:54
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li malbata Kameran Xefaf dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh (Pêncşem, 02.05.2024) behînameyek ji bo koça dawiyê ya medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf belav kir ku tê de nivîsiye, “Xudêjêrazî kesatiyekî welatperwer û rojnamevanekî bihelwest bû”.

Herwesa di behînameya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hatiye, “Ez serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û kesûkar û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im”.

Behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Bi mixabinî ve nûçeyê wexerkirina medyakarê navdar ê Kurdistanê Kameran Xefaf gehişt min. Xudêjêrazî kesatiyekî welatperwer û rojnamevanekî bihelwest bû. Ez serexweşiyê li binemala wî ya rêzdar û kesûkar û hevalên wî dikim û ez hevparê xema wan im.

Xudayê mezin canê wî bi behişta berîn şa bike û sebr û hedarê bi hemî aliyan jî bide.

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 476 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:20:10