Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata El Hekîm kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, jber vefata Seyîd Salih El Hekîm sersaxî ji malbata wî re sersaxî xwest.

11 Cotmeh 2022 - 02:34
11 Cotmeh 2022 - 02:34
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata El Hekîm kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya Seyîd Salih El Hekîm sersaxî li Serokê Tevgera Niştimanî ya Hîkme Emar El Hekîm kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ji ber koça dawî ya zana û kesayetê navdar ê olî yê Iraqê Seyîd Salih El Hekîm sersaxî li Serokê Tevgera Niştimanî ya Hîkme Emar El Hekîm kir.

Mesrûr Barzanî sersaxî û hevxemiya xwe gihande malbata El Hekîm û hêviya xwe anî ziman; Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Ev nûçe bi tevahî 629 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 02:45:08