Serokwezîrê Kanadayê: Bi saya Pêşmerge herêm aram bû

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau di axaftina xwe de ragihand ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê aştî û aramî birin herêmê.

26 Gulan 2017 - 03:20
26 Gulan 2017 - 03:20
 0
Serokwezîrê Kanadayê: Bi saya Pêşmerge herêm aram bû

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau li Belçîkayê di civîna rojnamevanî ya li navenda NATO ragihand ku me balafirên xwe yên şerê dijî DAIŞê vekişandine, lê ew bi meşiq û rahênanê alîkariya Hêzên Pêmerge dikin.

Serokwezîr Trudeau tekez kir ku Hêzên Pêmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de aştî û aramî vegerandine navçeyên rizgarkirî.

Kanada yek ji welatên Hevpeymaniya Navnetewî bi serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê ye ku, ji zêdeyî 60 welatan pêktê, berî niha Wezîrê Parastina Kanadayê du caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi rêya pisporên xwe yên leşkerî hêzên pêşmerge perwerde dike.

Ev nûçe bi tevahî 2138 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:48