Şirketa navdar a turîzmê: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye

Şirketa navdar a turîzmê Lupine Travel di daxuyaniya xwe de ragihand ku wê di 14 û 21ê Cotmehê de tureke turîzmê li Kurdistanê li dar bixin.

25 Gulan 2017 - 07:19
25 Gulan 2017 - 07:19
 0
Şirketa navdar a turîzmê: Kurdistan ceneta ser rûyê erdê ye

Şirketa Lupine Travel di malpera xwe ya înternetê de ji bo Kurdistana ku di nava 35 welatên turê de cih digire got: "Ji Şerê Iraqê ya sala 2003an pê ve li başûrê Iraqê kaos û xwîn dirije, lê Kurdistan bi ekonomî û bi turîzma xwe pêşveçûneke pir mezin bi dest xist. Digel hebûna pirsgirêkên li Iraq û Sûriyeyê jî Kurdistan ji bo geştiyarê hê jî biewle ye."

Malpera şirketê derheqê bajarên Hewlêr û Silêmaniyê de agahî dane şopînerên xwe û ragihand ku Kurdistan bi berhemên xwe yên dîrokî û bi xwezaya xwe delal di nava welatê ku mirov dikare serdana wê bike de ye.

Malperê di danasîna Kurdistanê de got: "Kurdistan di nava welatên Rojhilata Navîn de bi zixur, çiya, avrejgeh û bi rûbarên xwe ceneta ser rûyê erdê ye. Kurdistan di lîteratura Rojhilata Navîn de ‘wek ceneta ser rûyê erdê' tê binavkirin."

Ev nûçe bi tevahî 1836 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 16:03:38