Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê dike

Îro roja Çarşemê, 29ê Mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brêm kir.

29 Mijdar 2023 - 10:26
29 Mijdar 2023 - 10:26
 0
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêkirina karî li Konsulê Giştî yê nû pîroz kir û daxwaza serkeftinê ji wî re kir û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên dualî diyar kir.

Konsulê Giştî yê nû yê Fransayê jî amaje da ku Herêma Kurdistanê pêgeheke giring û taybet li nik Serokê Fransayê û xelkê Fransayê bi gistî heye, herwesa dilxwaziya welatê xwe jî ji bo berdewamiya peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Danûstandinên li ser dawî pêşhat û guhertinên Îraq û deverê jî pareke din a wê hevdîtinê bû.

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:02:45