Sibe tîmeke hikûmetê serdana Qubad Talebanî dike

Tîmeke wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran, serdana Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dike.

16 Avrêl 2023 - 16:18
16 Avrêl 2023 - 16:18
 0
Sibe tîmeke hikûmetê serdana Qubad Talebanî dike

Jêderekî ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji K24ê re ragihand, biryar e tîmeke wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran, serdana Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî bike.

Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, ew tîm ji Serokê Tîma Wezîran a PDK’ê Paşîwan Sadiq, endamê Tîma Wezîrên Tevgera Gorran Dana Ebdulkerîm û Wezîrê Şehîd û enfalkiriyan Ebdullah Hacî Mehmûd pêk tê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civîna vê hefteyê ya Encûmena Wezîran razemendî da ku tîmeke wezîran serdana Cigirê Serokwezîr Qubad Talebanî bike, ji bo vegera tîma YNKê bo civînên Encûmena Wezîran.

Ev nûçe bi tevahî 741 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:26:33