Sînem Mihemed: Tenê beşeke Eşrefiyeyê ketiye destê artêşa Sûriyeyê

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê ragihand ku di êrişa li taxên Kurdan ên li Helebê de nêzîkî 12 kesan canê xwe ji dest daye û 65 kes jî birîndar bûne.

9 Çile 2026 - 10:54
9 Çile 2026 - 10:54
 0
Sînem Mihemed: Tenê beşeke Eşrefiyeyê ketiye destê artêşa Sûriyeyê

Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Amerîkayê Sînem Mihemed beşdarî bultena ajansa Rûdawê bû û derbarê êrişên li taxên Kurdan ên li Helebê axivî û got:

"Êriş ne di berjewendiya gelê Sûriyeyê de ye. Em hewl didin şer rawestînin."

Sînem Mihemedê amaje pê kir ku ew dixwazin bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo qonaxa veguhêz bi rêya diyalog û gotûbêjan pirsgirêkan çareser bikin û anî ziman, "Çareseriyeke siyasî, ne çareseriyeke leşkerî."

Ji roja sêşemê ve êrişeke berfireh ji aliyê komên çekdar û Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kiriye ku piraniya şêniyên wan Kurd in.

Nûnera MSDyê diyar kir ku zêdetirî 10 sal in xelkê wan her du taxên Kurdan xwe bi xwe bi rê ve dibin û got, "Lê mixabin ev çend roj in rastî êrişeke berfireh tên."

Li gorî gotina Sînem Mihemedê, armanca hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya ji van êrişan ew e ku "Taxên Kurdan werin valakirin û demografiya herêmê biguherin, ev tiştekî metirsîdar e."

Nûnera MSDyê zanyariyên dawî yên derbarê bipêşveçûna Artêşa Ereban a Sûriyeyê dan û got:

"Eşrefiye taxeke gelekî mezin e, beşeke wê Ereb in û ketiye destê wan lê ew beşa ku Kurd lê ne, di bin desthilata Asayîşê de maye."

Ji ber giraniya êrişan hinek şêniyên taxên Kurdan ber bi Efrînê ve çûne.

Sînem Mihemedê li ser vê yekê anî ziman:

"Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze wan deveran bixe bin kontrola xwe û ji bo gihîştina vê armancê êrişa leşkerî bi kar tîne, xelk ditirse loma hinek ji wan koçberî Efrînê bûn."

Hejmara şêniyên taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê zêdetirî 450 hezarî ye.

Nûnera MSDyê da zanîn ku niha zêdetirî 350 hezar kes li taxan mane û tevî êrişan jî derneketine.

Sînem Mihemedê tekez kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) şer naxwazin û got:

"Çimkî naxwazin hejmara şehîdan ji vê zêdetir bibe.

Dor li taxan hatiye girtin û bi tank û topan êrişî wan dikin."

 

Ev nûçe bi tevahî 46 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:37