Tom Barrack: Em li ser dirêjkirina agirbesta li Helebê dixebitin

Tom Barrack ragihand ku ew bi kêfxweşî agirbesta demkî ya ku ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatiye ragihandin dikin pêşwazî dikin û ji bo dirêjkirina wê dixebitin.

9 Çile 2026 - 10:53
9 Çile 2026 - 10:53
 0
Tom Barrack: Em li ser dirêjkirina agirbesta li Helebê dixebitin

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got:

"Amerîka bi germî pêşwaziyê li wê agirbesta demkî dike ku şeva borî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê pêk hat."

Barrack her wiha diyar kir ku Amerîka "Spas û pêzanînên xwe yên kûr pêşkêşî hemû aliyan, hikûmeta Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), desthilatên xwecihî û kesayetên civakî dike ji ber wê aramî û niyeta baş a ku bû sedema vê rawestandina girîng."

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihandibû ku ji saet 03:00yan heta 09:00an agirbest e û ew dê rê bidin derketina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.

Barrack di nivîsa xwe de anî ziman:

"Em bi awayekî dixebitin ji bo dirêjkirina vê agirbestê û vê rihê lihevtêgihiştinê ji bo piştî saet 09:00an.

Bi hevahengiyeke berdewam û bi kerema Xweda ku hemû pêkhateyên me her yek bi awayê xwe rêzê lê digirin, em hêvîdar in ku ev dawiya hefteyê aramiyeke berdewamtir û diyalogeke kûrtir bi xwe re bîne."

Barrack di dawiya nivîsa xwe de got:

"Di demên krîzan de, gelek caran zelalî û têgihiştineke nû derdikeve holê.

Ev agirbest destpêka karekî girîng e ji bo arastekirina rêyên cuda yên Sûriyeyê ber bi rêyeke hevbeş a ewlehî, berfirehî û aştiyeke mayînde ve.

Dibe ku astengî derkevin pêşiya me lê armanca me ya hevbeş bi awayekî zelal hevahengiyê li şûna rûbirûbûnê dipejirîne."

Artêşa Ereban a Sûriyeyê roja sêşema borî êrişî taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribû û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ên girêdayî Rêveberiya Xweser jî bi tundî bersiv dabû.

 

Ev nûçe bi tevahî 35 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:49:42