Sirra cinayeta li Kerkûkê aşkere bû
Goran Cewher ê ku îdia dikir 3 kesên çekdar bi rûyê nixûmandî çûne ser mala wan a li nahyeya Şuwan a Kerkûkê, dest û piyên wî girêdane û hevjîna wî ya bi navê Hêro Sebah a 29 salî dane ber kêran û guleyan û ew kuştine, derket holê ku kiryarê bûyerê ye.

Li nahyeya Şuwan a Kerkûkê roja 28ê Berfanbara 2022an jinek hat kuştin. Polîsê Kerkûkê piştî lêkolînê ragihand ku tohmetbar hevjînê wê jinê bi xwe ye.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şuwanî roja Yekşemê 8ê Çileya 2023an ragihand, “Li ser kuştina jinekê û girêdana hevjînê wê bi fermana Fermandariya Polîsê Kerkûkê, komîteyeke ji rêveberiya Nehîştina Tawanan, Binkeya Polîs hate avakirin.”
Amir Şuwanî behsa encamên lêkolînê kir û diyar kir ku di encama lêkolînê de derketiye holê ku mêrê wê jinê "kujer" e û li xwe mikur hatiye ku di destpêkê de gotibû dest û piyên wî jî girêdane.
Bûyer di destpêkê de bi vî awayî hat ragihandin ku li Komelgeha Simayilbeg a ser bi nahyeya Şuwan a Kerkûkê danê sibehê 3 kesên çekdar bi rûyê nixûmandî çûne ser maleke Kurdan, dest û piyên zilamê malê girêdane û hevjîna wî ya bi navê Hêro Sebah (29 salî) dane ber kêran û guleyan û ew kuştine.
Goran Cewher ê ku tohmetbar e berî du salan bi Hêro Sebah a 29 salî re zewicîbû piştî ku ji hevjîna xwe yê berê cuda bû.
Berdevkê Polîsê Kerkûkê got, “Ew demançe û kêra ku di tawanê de hatine bikaranîn hatine bidestxistin û tohmetbar jî dê li gorî xala 406ê ya kuştinê bo dadgehê were şandin.”
Sebah Serbîrî yê bavê wê jina ku hate kuştin roja 28ê Berfanbara 2022an gotibû, “Li gorî rapora pizîşkî, 6 caran hatiye kêrkirin û guleyek li serê wê ketiye û derneketiye.”
Nûvekirina herî dawî: 06:21:34