Serok Barzanî û Steven Fagin: Divê mûçe nebin beşeke nakokiyên siyasî

Serok Barzanî û Berjewendîparêzê Balyozxaneya Amerîkayê got ku “Divê mûçeyên welatiyan nebin beşek ji nakokiyên siyasî.”

20 Tebax 2025 - 17:26
20 Tebax 2025 - 17:26
 0
Serok Barzanî û Steven Fagin: Divê mûçe nebin beşeke nakokiyên siyasî

Serok Mesûd Barzanî, li Selahedînê Berjewendîparêzê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê Steven Fagin pêşwazî li kir.

Di hevdîtinê de teqezî li ser wê yekê hat kirin ku divê pirsgirêkên mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên çareserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Ofîsa Barzanî hatiye belavkirin, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê Wendy Green jî amade bû.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û mijara hinartina petrolê hatin gotûbêjkirin.

Ofîsa Barzanî derbarê hevdîtinê diyar kir ku her du alî li ser wê yekê hevnêrîn bûn:

“Divê pirsgirêkên mûçe û mafên darayî yên li Herêma Kurdistanê bên çareserkirin û nabe ku mûçeyên welatiyan bibin amûrê nakokî û kêşeyên siyasî.”

Her wiha amaje pê hat kirin ku di hevdîtinê de Amerîkayê careke din teqezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo wan kompanyayên petrolê kiriye ku li gorî yasayê bi hikûmeta Herêma Kurdistanê re peymanên wan hene.

Ji aliyê din ve, di hevdîtinê de, bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de, hilbijartina endamên nû yên Parlamentoya Îraqê, rewşa Sûriyeyê û gavên reformê yên di Wezareta Pêşmergeyan de hatin gotûbêjkirin.

Her wisa pêşhatên derbarê avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hatin nirxandin.

 

Ev nûçe bi tevahî 18 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:34:48