Strana HDPê ya kurdî li Amedê hat qedexekirin

Walîtîya Amedê strana HDP'ê ya kurdî "Bêjin Na" bi hinceta ku pêyvên stranê li dijî 3 madeyên Qanûna Bingehîn e û di rewşa aramî û ewlehiyê de dê bibe sedema înfialê qedexekir.

1 Avrêl 2017 - 09:52
1 Avrêl 2017 - 09:52
 0
Strana HDPê ya kurdî li Amedê hat qedexekirin

Sitarna referandûmê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bi zimanê kurdî hatiye gotin a binavê: "Bêjin Na" ji alilê Walîtiya Amedê ve jî hat qedexekirin.

Walîtiyê ji HDPê re tebligat şand û ragihand ku stran hatiye qedexekirin. Di teblîgatê de hate gotin ku pêyvên stranê li dijî 3 madeyên Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û di rewşa aramî û ewlehiyê de dê bibe sedema înfialê.

Li aliyê din hate gotin ku dê der barê kesên ku stranê bi kar bînin de lêpirsîn bê destpêkirin. Heman stran ji aliye walitiyên Şirnex û Wanê jî hatibû qedexekirin.

Ev nûçe bi tevahî 1708 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:57:56