Sûdanî: Hilbijartin di rewşeke aram û azad de tên kirin
Serokwezîrê Îraqê ragihand, “Hilbijartin di rewşeke aram û azad de tên kirin û em li ser beşdarbûna çavdêrên navneteweyî rijd bûn da ku em ji paqijiya pêvajoyê piştrast bin.”

Li Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên gera şeşemîn a Parlamentoya Îraqê pêvajoya dengdanê saet 07:00an dest pê kir.
Zêdetirî 20 milyon dengder dê li zêdetirî 39 hezar sindoqan dengê xwe bidin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê dengê xwe da.
Mihemed Şiya Sûdanî piştî ku dengê xwe da ji rojnamegeran re axivî û got:
“Hilbijartin di rewşeke aram û azad de tên kirin. Me ji bo misogerkirina bêalî û şefafiya pêvajoyê girîngiyeke mezin daye beşdarbûna çavdêrên navneteweyî û em li ser vê mijarê rijd in.”
Pêbendbûna bi pêvajoya demokratîk
Sûdanî bal kişand ser girîngiya lidarxistina hilbijartinan a di dema xwe ya destûrî de û got:
“Ev rewş nîşana pêbendbûna welêt a bi pêvajoya demokratîk û rêzgirtina ji prensîba dewirdestkirina aştiyane ya desthilatê ye ku tê de gel bi awayekî azad nûnerên xwe hildibijêre.
Îro ji bo Îraqiyan rojeke dîrokî ye. Xelkê pebendbûna xwe ya ji bo pêvajoya demokratîk û rêzgirtina xwe ya ji bo saziya parlamentoyê nîşan daye ku çavkaniya yasadanînê ye.”
Pesnê hêzên ewlehiyê da
Serokwezîrê Îraqê her wiha ji ber rola wan a di lidarxistina hilbijartinan de pesnê hêzên ewlehiyê da û ji ber hewlên wan ên ji bo parastina aramî û asayîşê jî spasî li wan kir.
Nûvekirina herî dawî: 12:31:26






































































































































































