Li Kerkûkê 2 polîs hatin kuştin
Şeva borî li Kerkûkê şer û pevçûn derket û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ajansa Rûdawê, pevçûn li Taxa Rêya Bexdayê ya nav bajarê Kerkûkê qewimiye.
Hêzên dijîterorê û artêşa Îraqê derbasî nav bajêr bûne û niha rewş hatiye kontrolkirin.
Pevçûn di navbera alîgirên Kurd û Tirkmenan de ji ber bangewaziya hilbijartinê derketiye û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê Rûdawê, şer li Taxa Rêya Bexdayê ya nav bajarê Kerkûkê qewimiye û pişt re berbelavî taxên nêzîk ên wekî Rehîmawa û Şorîceyê bûye.
Hêzên dijîterorê û artêşa Îraqê derbasî nav bajêr bûne û niha rewş hatiye kontrolkirin.
Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku ciwanên Kurd îsal cara yekem e di dema bangewaziyê de Alaya Kurdistanê bilind dikin û şeva borî di dema gera bangewaziyê ya Kurdan de li nêzîkî avahiya kevn a parêzgariyê şer derketiye.
Li gorî agahiyan, şer di destpêkê de bi destan bûye lê pişt re mezin bûye û polîsên Kerkûkê nekariye rewşê kontrol bikin.
Paşê hêzên dijîterorê û artêşa Îraqê çûne cihê bûyerê û wan rewş aram kiriye.
Di şer de gule û kevir hatine bikaranîn.
Hat ragihandin ku 2 polîsên hawarçûnê yên Kerkûkê canê xwe ji dest daye û 2 welatî jî bi giranî birîndar bûne.
Ji ber bûyerê 6 kes bi tohmeta guleberdanê hatine desteserkirin û polîsan ji bo zanîna sedema bûyerê dest bi lêkolînê kiriye.
Ji bo rêlibergirtina ducarebûna aloziyan, li hinek taxên Kerkûkê hêzên dijîterorê yên Îraqê hatine bicihkirin.
Serokê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Îbrahîm Hafiz derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got:
"Ew du kes ji ber aloziya di navbera alîgirên du partiyên siyasî de şehîd ketine.
Li Encumena Parêzgeha Kerkûkê, em vê bûyerê wekî karekî metirsîdar dibînin ku heybeta dewletê dişikîne û aştiya civakî dixe metirsiyê."
Mihemed Îbrahîm Hafiz amaje bi wê yekê kir ku wan daxwaz kiriye hêzên ewlehiyê "di dema herî zû de" li ser bûyerê lêkolîneke hûr bikin.
Divê were gotin ku îro li Îraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên Îraqê tên kirin.
Nûvekirina herî dawî: 13:04:08