Şêx Cefer: Rê ji bo çi hêzan nayên dan li herêmê bimînin

Fermandarê yekeya 70 ya hêzên pêşmerge ragîhand; rê ji bo çi hêzan nayê dan li herêmê bimînin û hişyarî jî da ku piştî Daişê, metirsîyên din li ser herêmê hene.

1 Adar 2017 - 11:46
1 Adar 2017 - 11:46
 0
Şêx Cefer: Rê ji bo çi hêzan nayên dan li herêmê bimînin

Şêx Cefer Şêx Mistefa, fermandarê yekeya 70 got: herêma Kurdistanê xwedî hêzên pêşmergeye û jibilî wan, rê bi çi hêzên din nayête dan li bin her navekî li devereka herêmê bimînin, yan jî hêzeka nû damezrînin.

Got jî: rûdan û rewşa deverê wê yekê nîşan dide, ku piştî Daişê, metirsîyên din li ser herêmê hene, evca ew metirsî çi ji alîyê hikûmeta Îraqê yan jî heşda şebî ve be.

Da zanîn jî: niha heşda şebî pişkeke ji supayê Îraqê û bi fermana hikûmeta Bexda tê livandin, wate heşda şebî wî demî dê bibe gef, dema hikûmeta Îraqê biryarê bide, li cihê danustandinan, pirsên xwe bi şer çare bikin.

Ev nûçe bi tevahî 1370 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 04:35:13