Tevgera Hîkmetê: Mistefa Kazimî yek ji namzedên posta serokwezîriyê ye
Endamê Tevgera Hîkmeta Niştimanî ya Îraqê Fehd Cibûrî diyar kir ku serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî yek ji namzedên serokwezîriya Îraqê ye.
Berpirsê Tevgera Hîkmetê ragihand ku komîteya Çarçoveya Hevahengiyê ji bo hilbijartina serokwezîrê nû dê hefteya bê bi namzedan re dest bi hevdîtinan bike.
Serkirdeyê Tevgera Hîkmetê her wiha eşkere kir ku Mistefa Kazimî yek ji namzedan e û got, "Merca sereke ew e ku serokwezîrê bê divê partiyekê nû ava neke û xwe jî careke din neke namzed."
Fehd Cibûrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku komîteya ku ji aliyê Çarçoveya Hevahengiyê ve hatiye avakirin dê hevdîtinan bi namzedan re bike.
Li gorî gotina Cibûrî, komîte ji Serokê Tevgera Hîkmeta Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm, Serokê Hevpeymaniya Ebşir ya Îraqê Humam Hemûdî û Sekreterê Giştî yê Hevpeymaniya Nehc a Niştimanî Ebdulsade Frêcî pêk tê.
Li gorî gotinên Fehd Cibûrî, Mihemed Şiya Sûdanî, Nûrî Malikî, Hadî Amirî, Mistefa Kazimî, Ednan Zurfî, Esed Îdanî, Hemîd Şetrî û Qasim Erecî, namzedên posta serokwezîriyê ne û komîteya taybet dê hefteya bê bi wan re dest bi hevdîtinan bike."
"Pirsgirêkên Kazimî bi ti kesî re nînîn"
Berpirsê Tevgera Hîkmetê li ser sedema namzedkirina serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî jî got,"Kazimî xwedî pêwendiyên navneteweyî yên baş e û ji bo vê rewşê guncaw e.
Di nava welêt de jî pirsgirêkeke wî ya mezin bi ti kesî re nîne.
Ji bo hilbijartina kesekî di posta serokwezîriyê de merca sereke ew e ku divê partiyekê nû ava neke û xwe ji nû neke namzed."
Aliyên Şîe ku piraniya wan di nav Çarçoveya Hevahengiyê de ne, di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de zêdetirî 180 kursî standibûn.
Çarçoveya Hevahengiyê, berî ku encamên dawî yên hilbijartinan ji aliyê Dadgeha Bilind a Federal ve bên pesendkirin, dest bi pêngavên avakirina hikûmeta nû kirine.
Bêyî pesendkirina encamên dawî parlamento nikare bicive û Desteya Serokatiya Parlamentoyê hilbijêre.
Nûvekirina herî dawî: 06:22:03