Komîsyon biryarê dide: Îstiqamet Îmrali ye?

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro ji bo ku biryarê li ser serdana Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan bide dicive.

21 Mijdar 2025 - 11:31
21 Mijdar 2025 - 11:31
 0
Komîsyon biryarê dide: Îstiqamet Îmrali ye?

Di civînê de dê li ser pêşniyara serdana Girava Îmraliyê deng were dayîn.

DEM Partiyê endama xwe ya Komîsyonê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ji bo vê serdanê destnîşan kir û daxwaz ji hemû aliyan, bi taybetî ji CHPyê kir ku bi awayekî erênî nêzîkî vê gavê bibin.

DEM Partî: Divê partiyên siyasî li gorî rastiyê tevbigerin

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê mijarê got:

"Rêzdar Ocalan herî kêm 30 sal in ji bo aştiyeke mayînde, bihevrejiyan û wekheviyê xebatê dike û di şert û mercên tecrîdê de dest jê bernade.

Lewra divê hemû partiyên siyasî, di serî de partiya mixalefetê ya herî mezin ku di hilbijartinên xwecihî de bûbû yekem, li gorî vê rastiyê tevbigerin.

Berovajî vê, ji bo vî welatî û wan bi xwe jî neheqî ye."

AK Partî û MHP: Em dê dengê erê bidin

AK Partiyê ji bo gotûbêjkirina serdana Îmraliyê bi endamên xwe yên komîsyonê re civiya.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler piştî civînê helwesta partiya xwe eşkere kir û anî ziman:

"Em li gel hevpeymana xwe ya Cumhurê bi erênî li serdana Îmraliyê dinêrin.

Eger li ser çûyîna Îmraliyê dengdan bê kirin, em dê dengê erê bidin.

Navê kesê ku biçe Îmraliyê hîn nediyar e û em dê vê yekê binirxînin."

Beriya civîna AK Partiyê, Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz û Serokwekîlê Koma MHPyê Erkan Akçay li gel Abdullah Guler û Wekîlê Serokê AK Partiyê Efkan Ala civiyan.

Fetî Yildiz diyar kir, "Ji ber ku pêşniyara yasayê nayê amadekirin, dê piraniya asayî ji bo biryarê têr bike."

Helwesta CHP û HUDA PARê

Serokê CHPyê Ozgur Ozel 2 demjimêran bi endamên Komîsyonê yên partiya xwe re civiya lê biryarek derneket.

Yek ji endamên Komîsyonê yên CHPyê Sezgîn Tanrikulu ji ajansa Rûdawê re ragihand ku partiya wî dê beriya civînê biryara xwe ragihîne.

Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli jî di bultena Rûdawê de helwesta partiya xwe eşkere kir û got:

"Eger partiyên wekî DEM Partî, MHP û AK Partî bibêjin ku serdana Îmraliyê dê pêşiya vê pêvajoyê veke, em jî dê beşdarî vê biryarê bibin."

Hesabên dengdanê

Ji tevahiya 51 endamên Komîsyonê, 22 ji wan ji AK Partiyê, 5 ji DEM Partiyê û 4 ji MHPyê ne.

Wate, eger 31 endamên her sê aliyan dengê erê bidin, serdana Îmraliyê li gorî piraniya 3 li ser 5ê dengan teqez dibe.

Heger biryar bi piraniya asayî bê dayîn jî, dengên 26 endamên komîsyonê ji bo pesendkirina serdanê bes in.

 

Ev nûçe bi tevahî 28 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 06:21:46