Tirkiyeyê êrişî Minbicê kir: Kuştî û birîndar hene

Ofîsa Ragihandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku Tirkiyeyê gundên Kantona Minbicê topbaran kirine.

23 Gulan 2024 - 14:29
23 Gulan 2024 - 14:29
 0
Tirkiyeyê êrişî Minbicê kir: Kuştî û birîndar hene

Li gorî daxuyaniyê, gundê Osecliyê hatiye topbarankirin û ji heman malbatê 4 kes birîndar bûne.

Tirkiyeyê herwiha gundê Um Setihê jî topbaran kiriye û di vê êrişê de jî jinek hatiye kuştin.

Tirkiye ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve bi awayekî dijwartir êrişî Rojavayê Kurdistanê dike.

Gelek caran saziyên sivîl û yên xizmetguzariyê dike hedef û êrişên Tirkiyeyê gelek caran jî dibin sedema mirina sivîlan.

 

Ev nûçe bi tevahî 1136 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:28:15