Tîlerson di hevdîtina Ebadî de: Yekîtiya Iraqê diparêzin

Hat ragihandin ku Amerîka referandûma herêma Kurdistan nasnake û yekîtiya axa Iraqê diparêzin.

18 Cotmeh 2017 - 03:57
18 Cotmeh 2017 - 03:57
 0
Tîlerson di hevdîtina Ebadî de: Yekîtiya Iraqê diparêzin

Nivîsgeha Medyayî ya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragihand ku "Wezîrê Derve yê Ameîkayê Rex Tillersonî pêwendiyeke telefonî bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re daniye."

Li gorî daxuyaniyê "Tillersonî teqez kiriye ku Washington referandûma serxwenûna Herêma Kurdistanê qebûl nakin û piştgiriyê didin yekîtiya axa Iraqê û wan gavên hikûmeta federal diavêje ji bo xwe ji pevçûnan dûr bixe û desthilata xwe ferz bike."

Herwiha Ebadî ji Tillersonî re gotiye," tiştê li Kerkûkê çêbûye, ji bo ferzkirina rejîmê li parêzgehê bû û ew pêngav qanûnî û destûrî ne ji bo ku rê li ber perçebûn û qelskirina welatî bigirin."

Ev nûçe bi tevahî 1281 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:05:31