Tom Barrack: Sûriye û Îsraîl li ser 'kêmkirina aloziyan' nêzîkî lihevkirinê ne

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand, Sûriye û Îsraîl nêzîkî îmzekirina peymaneke "kêmkirina aloziyan" bûne. Barrack ev daxuyanî li kêleka civînên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî li New Yorkê da rojnamevanan.

24 Îlon 2025 - 10:50
24 Îlon 2025 - 10:50
 0
Tom Barrack: Sûriye û Îsraîl li ser 'kêmkirina aloziyan' nêzîkî lihevkirinê ne

Li gorî vê peymanê, Îsraîl dê êrîşên xwe rawestîne, û di berdêla wê de Sûriye dê razî be ku ti çekên giran li nêzîkî sînorê Îsraîlê bicih neke. Barrack got, ev peyman dê "gava yekem be ber bi peymaneke ewlehiyê ya berfirehtir ku her du welat danûstandinê li ser dikin."

Sûriye û Îsraîl ev demeke di danûstandinê de ne ji bo gihîştina lihevkirineke ku Şam hêvî dike dawî li êrîşên asmanî yên Îsraîlê bîne û bibe sedema vekişîna hêzên Îsraîlê ji başûrê Sûriyeyê.

Barrack da zanîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump hewl daye ku peymanek di navbera her du aliyan de çêbibe û biryar bû vê hefteyê were ragihandin, lê heta niha pêşketina pêwîst çênebûye û betlaneya sersala Cihûyan jî proses hêdî kiriye.

Îsraîlê di 8ê Berçileya sala borî (2024) de, piştî reva Serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed, bi berdewamî êrîşî yekîneyên leşkerî û hêzên Sûriyeyê dike û nêzîkî 20 kîlometreyan nêzîkî Şamê bi pêş ve çûye.

Sûriye: "Divê Îsraîl Vegere Rewşa Berê"

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera hefteya borî ragihandibû ku ji wê demê ve Îsraîlê zêdetirî hezar êrîşên asmanî û 400 êrîşên bejayî li dijî Sûriyeyê pêk anîne.

Şera tekez kir, "Divê Îsraîl vegere rewşa beriya 8ê Berçileya 2024an. Me jî gotiye ku em nabin gef li ser ti kesî."

Wî herwiha dubare kir ku "serkeftina her peymaneke bi Îsraîlê re, dê rê li ber peymanên din veke ku dê alîkariyê bidin belavkirina aştiyê li herêmê."

 

Ev nûçe bi tevahî 22 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 09:14:05