Trump bi serokên welatên Misilmanan re civiya, mijar Xeze bû
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi serokên welatên Misilmanan re li ser Xezeyê civiya û got, “Em dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bikin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji bo gotûbêjkirina mijara Xezeyê bi serokên Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Misir, Urdin, Tirkiye, Endonezya û Pakistanê re civiya.
"Em dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bikin"
Donald Trump di destpêka civînê de daxuyaniyeke kurt da û got, "Ev dê bibe civîneke gelekî girîng.
Dê bi serokên mezin ên Rojhilata Navîn re civîneke girîng be.
Em dixwazin şerê li Xezeyê bi dawî bikin, em dê bi dawî bikin. Dibe ku em niha jî bi dawî bikin."
Trump anî ziman ku eger li Rojhilata Navîn şer nebe dê jiyan xweştir be û got:
"Em dê li vir biaxivin ka gelo pêkan e ku dîl vegerin û şer bi dawî bibe yan na."
Trump diyar kir ku piştî civînê ew dê bi kesên din ên herêmê re jî hevdîtinê bike, di nav de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî û wiha pê de çû:
"Vê rewş gelekî dirêj kir û em dixwazin ev bi dawî bibe. Em dixwazin dîlan jî vegerînin."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku serokên beşdarî civînê bûne kesên gelekî birêz û girîng in û got:
“Ev kom, komeke wisa ye ku dikare ji her kesî zêdetir vê yekê bi ser bixe.
Ev civak dikare vê yekê bi ser bixe. Me li vir 32 civîn kirin lê ji bo min civîna girîng ev bû, çimkî em dê dawî li tiştekî bînin ku dibe qet diviyabû dest pê nekiribûya."
Emîrê Qeterê tekezî li ser Xezeyê kir
Li aliyê din, Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hemed El Sanî jî di civînê de axivî û ji ber hewlên wan spasiya serokên beşdar kir.
Emîrê Qeterê bal kişand ser wê yekê ku rewşa li Xezeyê gelekî xerab e û diyar kir ku di vê civînê de wekî serokan dê çi ji destê wan tê bikin.
Wî her wiha ji bo mazûvaniyê spasiya Trump kir.
"Civîneke gelekî berhemdar bû”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî civînê di daxuyaniyekê de got ku civîn gelekî berhemdar bûye.
Erdogan li ser pirsa "Hûn li civîna Xezeyê bi Donald Trump re bûn. Gelo hûn li bendê ne ku ji vir ji bo aştiyê, ji bo sivîlên bêguneh ên li wir gaveke berbiçav were avêtin?" wiha got:
"Daxuyaniya encamnameyê belkî piştî demekê were eşkerekirin. Me civîneke gelekî berhemdar û baş bi dawî kir."
Erdogan her wiha da zanîn ku ew ji encama civînê razî ye.
“Me hevdîtineke gelekî baş kir”
Trump jî piştî civînê jî daxuyanî da û got:
“Derbarê mijara Xezeyê me hevdîtineke gelekî baş pêk anî. Ji bilî Îsraîlê bi lîstikvanên mezin ên herêmê re civîneke gelekî serkeftî bû lê ez dê bi wan re jî hevdîtinê bikim.
Em dê li ser hinek mijarên têkildarî Xezeyê bixebitin lê îro me bi serokên girîng re hevdîtineke gelekî baş kir."
Nûvekirina herî dawî: 09:14:02