Trump gefên xwe nû kirin: Armanc pir û santralên elektrîkê yên Îranê ne

Donald Trump di peyameke nû û tund de gefa wêrankirina wan beşên binesaziya Îranê xwar ku hîn êrişî wan nehatiye kirin.

3 Avrêl 2026 - 10:25
3 Avrêl 2026 - 10:25
 0
Trump gefên xwe nû kirin: Armanc pir û santralên elektrîkê yên Îranê ne

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku armancên bê yên artêşa Amerîkayê dê pir û santralên elektrîkê yên Îranê bin.

Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:

"Artêşa me ya ku bi cudahiyeke mezin artêşa herî mezin û herî bihêz a cîhanê ye, hîn dest bi wêrankirina tiştê li Îranê maye nekiriye."

Serokê Amerîkayê bi awayekî eşkere armancên bê yên artêşa Amerîkayê diyar kirin û got:

"Pir armancên bê ne, pişt re jî santralên hilberîna elektrîkê."

Ev gef di demekê de ye ku Trump berê jî dem ji bo Tehranê dirêj kiribû ku Tengava Hurmizê veke, eger na dê santralên enerjiyê wêran bike.

Trump di dawiya peyama xwe de bangî serkirdeyên nû yên Tehranê kir û nivîsî:

"Serkirdayetiya rejîma nû dizane çi divê were kirin û divê bilez were kirin."

Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Îranê ku 28ê Sibatê dest pê kiribû didome.

Heta niha Washingtonê zêdetirî 7 hezar û 800 armanc li nav Îranê lêdane.

 

Ev nûçe bi tevahî 17 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:29:04