Trump: Ti vebijêrkên din ên Îranê nînin
Donald Trump anî ziman ku serkirdeyên Îranê heta niha ji bo rawestandina şer peymana dawî îmze nekiriye lê di dawiyê de ji bo ku li gel Washingtonê li hev bikin "ti vebijêrkên wan ên din nînin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi kanala NBC Newsê ya Amerîkayê re ragihand:
"Ew (Îranî) bi hêz in û bi xwe serbilind in. Komek tişt hene ku wan ti carî nefikirîbû ku bikin lê niha neçar in bikin. Ti vebijêrkên wan nînin, tenê hinek dem pêwîst e."
Ev gotinên Trump di demekê de ne ku şerê Amerîka û Îranê pêncşema borî ketiye meha xwe ya çaremîn.
Her çend ji meha Nîsanê ve agirbest hatibe ragihandin jî di çend rojên dawî de ji ber êrişên bi dron û mûşekan ên li nêzîkî Tengava Hurmizê alozî ducare derketin holê.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio sêşema hefteya borî li Kongreyê ragihand ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê ku wekî "Tirsa Destanî" (Epic Fury) tê naskirin "bi dawî bûye."
Rubio destnîşan kir ku êrişên vê dawiyê yên Amerîkayê tenê ji bo "parastinê" bûn û li hemberî êrişên Îranê yên li keştiyên di Tengava Hurmizê de hatine kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:
"Ji bo parastina hêzên me, em tenê dronan li naxin, em di heman demê de wan cihan jî dikin armanc ku dron jê tên avêtin. Eger ew êrişî keştiyan nekin, em jî êriş nakin."
Zextên aborî û hilbijartin
Girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Îranê ve di mehên borî de bû sedema bihabûna petrola cîhanî û bihayê benzînê yê li Amerîkayê.
Vê yekê Trump û serkirdeyên Komarî xistine bin zexteke mezin, bi taybetî jî ku hilbijartinên navîn ên Kongreyê nêzîk in.
Trump bersiva wan rexneyan da ku dibêjin şer dûr û dirêj ajotiye û wî rewşa niha bi Şerê Vîetnamê re da ber hev û got:
"Ez gelekî bi lez gavan diavêjim. Em tenê sê meh in di nav vî şerî de ne, di demekê de ku Vîetnamê 19 salan ajot.
Eger ez Demokrat bûma, kesî behsa wî wextî nedikir."
Şiyana leşkerî ya Îranê çi qas maye?
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku wan artêşa Îranê "bi temamî têk biriye" û lê mikur hat ku hîn şiyana êrişkirinê ya Tehranê maye û got:
"Piraniya kargehên dronan û platformên avêtina mûşekan hatine têkbirin lê hîn nêzîkî ji sedî 21-22yê mûşekên wan mane. Ev hîn jî rêjeyeke zêde ye."
Trump destnîşan kir, dibe ku dorpêçên li ser Îranê heta meha Îlonê bidomin û hişyarî da ku eger peyman çênebe dê rêyên din bigirin ber xwe û ragihand:
"Em dê peymanê îmze bikin an jî em dê di wê rêya din de herin ku ew jî rêyeke ne xweş e."
Nûvekirina herî dawî: 12:44:10











































































































































































