CENTCOM: Me 4 dronên Îranê xistin xwarê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan 4 dronên Îranê xistine xwarê, ji aliyê din ve Îranê bi mûşekên balîstîk êrîşî baregehên Amerîkayê kir.

6 Hezîran 2026 - 10:32
6 Hezîran 2026 - 10:32
 0
CENTCOM: Me 4 dronên Îranê xistin xwarê

CENTCOMê îro 6ê Hezîranê di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" aşkere kir, hêzên wan 4 dronên êrîşkar ên Îranê ku ber bi Tengava Hurmizê ve diçûn xistine xwarê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev dron ji bo ewlehiya keştivaniya navdewletî "metirsiyeke rasterast" bûn.

Piştî xistina dronan, firokeyên Amerîkayê wek bersiv êrîşî rawestgehên radarê yên çavdêriya beravên Îranê li herêma "Gurûk" û "Girava Qeşimê" kirin, da ku rê li ber êrîşên din bigirin.

Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan bi mûşekên balîstîk baregehên Amerîkayê yên li Kuveyt û Behreynê bombebaran kirine. Pasdaran her wiha da zanîn jî, wan teqe li 4 keştiyên petrolê kiriye ku xwestine bêyî destûr di Tengava Hurmizê re derbas bibin.

Pentagonê derbarê êrîşan de daxuyaniyek belav kir û diyar kir: "Îranê 7 mûşekên balîstîk avêtine Kuweyt û Behreynê. Pergalên berevaniyê 6 mûşek li esman xistin û ya heftem jî li armancê neket." 

Pentagonê tekez kir, ti ziyanên canî di nav hêzên wan de nînin û îdîayên Îranê yên derbarê zirargihandina "Fîloya Pêncem" a deryayî li Behreynê, dûrî rastiyê ne.

Li paytexta Behreynê, Menamayê û li nêzî Firokxaneya Kuweytê dengê teqînan hat bihîstin. Wezareta Navxwe ya Behreynê zengilên hişyariyê lê dan û daxwaz ji welatiyan kir ku herin stargehên ewle.

Ev pêşhat di demekê de ne ku beriya sê rojan jî Firokxaneya Kuweytê ketibû ber êrîşeke Îranê û di encamê de kesek hatibû kuştin û 63 kesên din jî birîndar bûbûn. 

 

Ev nûçe bi tevahî 23 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:34:28