Wan: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê rahigand ku li Wanê leşkerekî wan jiyana xwe ji dest daye.

25 Tîrmeh 2023 - 09:39
25 Tîrmeh 2023 - 09:39
 0
Wan: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, doh li navçeya Qelqeliyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê “di encama qezaya çekê de” leşkerê bipeyman Omer Cînkara birîndar bû.

Wezaretê ragihand ku Cînkara li gel hemû hewldanan nehate xelaskirin û wî canê xwe ji dest da.

Ev nûçe bi tevahî 1043 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:54:06