Welatiyekî Kurd li Kerkûkê ji aliyê çend çekdaran ve hat kuştin
Derengê şeva borî li taxa Penca Elî ya Kerkûkê, çend çekdaran teqe li welatiyekî Kurd kirin û ew kuştin

Derengê şeva borî li taxa Penca Elî ya Kerkûkê, çend çekdaran teqe li welatiyekî Kurd kirin û ew kuştin.
Jêderekî ji Polîsê Kerkûkê ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand, ew kesê teqe lê hatiye kirin navê wî Şaxewan Cafer e, Kurd e û nişteciyê taxa Penca Elî ye.
Kesê ku hatiye kuştin kadroyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.
Endamekî malbata kuştî ji Kurdistan24ê re ragihand, çekdar kesên naskirî ne û pêştir kêşeya dijmindariyê di navbera wan û kuştî de hebûy
Nûvekirina herî dawî: 10:01:58