Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Em û HSD derbarê entegrasyonê axivîn

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku Serokerkanê Artêşê Elî Nesan li Şamê bi şandeyeke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyaye.

23 Sibat 2026 - 11:27
23 Sibat 2026 - 11:27
 0
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê: Em û HSD derbarê entegrasyonê axivîn

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijara entegrasyona hêzên HSDyê ya nava Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatiye gotûbêjkirin.

Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê daxuyand ku civîn li ofîsa Serokerkanê Artêşê Elî Nesan a li Şama hatiye kirin.

Planên bicihbûna leşkerî

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gavên ku dê ji bo entegrasyona HSDyê ya li nav lîwayên cuda yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê bên avêtin hatine nirxandin.

Hat ragihandin ku her du aliyan li ser planên bicihbûna leşkerî û rêkxistinên îdarî gelek mijar nirxandine.

 

Ev nûçe bi tevahî 75 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:38:06