Wezareta Pêşmerge: Hejmarek teqemeniyên DAIŞê hatin jinavbirin

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, hejmarek mayîn û teqemeniyên DAIŞê ku dest bi ser wan de hatine girtin, hatin jinavbirin.

15 Hezîran 2023 - 02:55
15 Hezîran 2023 - 02:55
 0
Wezareta Pêşmerge: Hejmarek teqemeniyên DAIŞê hatin jinavbirin

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di encama lêgerîn û pişkinînan de, karîne dest bi ser çendîn çek û teqemenî û kelûpelên DAIŞê bigrin.

Wezareta Pêşmerge herwiha destnîşan kiriye, îro 14ê Hezîrana 2023an li nahiya Newcul, Lîwaya 16 ya Piyade, bi hevkariya tîma endezyarî ya Fermandariya Hêzên Piştevaniyê ya Du, hejmarek bombe û gulleyên hawin jinav birin.

Ev nûçe bi tevahî 776 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:57:08