Wezaretê qeyûm danî ser Şaredariya Akdenîzê

Piştî ku Hevserokên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin li şûna wan qeyûm hat danîn.

13 Çile 2025 - 07:59
13 Çile 2025 - 07:59
 0
Wezaretê qeyûm danî ser Şaredariya Akdenîzê

Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan bi hincetên wekî “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.

Piştî ku Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan hatin girtin, bi biryara Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li şûna wan qeyûm hat tayînkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeymeqamê navçeya Akdenîze ya Mêrsînê Zeyît Şener wekî qeyûm tayînî Şaredariya Akdenîzê kir.

Endamên Meclisê jî ji kar hatin dûrxistin

Her wiha bi biryara Wezareta Karên Navxwe, Hevseroka Şaredariya Akdenizê Nuriye Arslan û endamên encûmena şaredariyê Ozgur Çaglar, Hikmet Bakirhan û Neslîhan Oruç jî ku di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn girtin, ji kar hatin dûrxistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1260 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:32:31