Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê vejîn û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Tebaxê pêşwazî li Wezîrê Çandiniyê yê Şahnişîna Urdinê Xalid Henîfat û şanda pê re kir.

26 Tebax 2024 - 11:55
26 Tebax 2024 - 11:55
 0
Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê vejîn û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê silavên taybet ên Şah Ebdullah gihandin Serok Barzanî û ragihand ku Şah, gel û hikûmeta Urdinê xwe bi dostên gelê Kurdistanê dibînin.

Di daxuyaniyê de hat jî, Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê vejîn û û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku tevî qeyran û gelek pirsgirêk û astengiyan, di demeke kin de qewimîne. Herwiha daxwaza berfirehkirina peywendiyên dualî di warên cuda de, bi taybetî di warên çandinî û avedankirinê de kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî, Şahê Urdinê, Şah Ebdulla wek dost û birayekî nêzîk binav kir û amaje bi peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Urdinê de kir û tekezî li ser berdewamî û bihêzkirina wan peywendiyan kir.

Her wiha rewşa siyasî û kêşeyên li pêşiya aramiya navçe û Iraqê, mijarke din a gotûbêjên hevdîtinê bû.

Ev nûçe bi tevahî 574 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:13:01